Li Konbajêr Çalakî hate lidarxistin
23 Ağustos 2014 Cumartesi Saat 09:52
Li Konbajarê Wêranşarê ji bo zarokên ku ji şer bandordarbûne, bi piştgiriya UNÎCEF ,KIZILAY û AFADê ve çalaki hate lidarxistin

         Li Konbajêr Çalakî hate lidarxistin

Li Konbajarê Wêranşarê ji bo zarokên ku ji şer bandordarbûne, bi piştgiriya UNÎCEF ,KIZILAY û AFADê ve çalaki hate lidarxistin.Di çalakiyê de zarokan hûnerên xwe nişandan.Zarokên ku li Konbajarî dijîn ev demek dirêje piştgiriya derûniya civakî dibînin û hejmara wan jî 1500 heb e.Rêveberê Konbajêr Abîdîn Alcû gote ku  hejmara însanên li kampê dijîn 12.500 e û ji van jî 5000 zarok in.Ji bo derûniya zarokan serast bibe em bi UNICEF û KIZILAYê re ketin hevkariyê.Pêşkeşvanê bernameyê û mamosteyê Sûrî Mihemed Behlû gote ku ji bo piştgiriya Qeymeqamê Wêranşarê Muhammed Lutfî Kotan re spas dikim.