Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Ana sayfaya Dön // Kültür-Sanat
Morof
20 Kasım 2015 Cuma Saat 19:58
Morof mirovekî cahil e şivaniyê dike, şivanê Xalît Beg e.Rojekê Morof dema pez tîne beriye,ji nişkava nigê berdîra qerqaş dişkiyê

                                    MOROF

Dema ez pirtûkeke kurdî dixwînim ewilî weke Qurana pîroz didim ser dilê xwe û pê şa dibim.Ev demên dawiyê ye ez pirtûka Eliyê Evdilrehman(1920-1994) dixwînim.Eliyê Evdilrehman ji bo çanda kurdî hizmetek mezin  kiriye gelek berhemên girabiha nivîsi ye.Ji Va berhamên wî;Morof,Xatê Xanim,Gundê Mêrxasan,Şer Di Çiyayan De,Dê,Hesreta min û gulistanê.

Morof mirovekî cahil e şivaniyê dike, şivanê Xalît Beg e.Rojekê Morof dema pez tîne beriye,ji nişkava nigê berdîra qerqaş dişkiyê.Dema Xalit Beg bê dihese radibe Morof têr ço dike ku heta Morof bimire , laşe Morof davê newala qetlê.Morof heta sibê ber canê xwe dide.Jixwe heta niha Xalit wekî Morof çend şivan kuştiye û histuriya xwe nişan daye.Heke şivanê ku heta mirinê ço xwarine nemire ,sibê disa bi zilamên xwe dişine dikuje ku tirsê di nav feqîrên xwe belav dike. Jixwe axayên gund him keda gundiyên xwe dixwin him jî dile wan dixwazin belengazên xwe dikujin.

Dema Morof di newala qetlê de dinale dengê wî dihere hevalên wî yên şivan,di serî de jî Şemo.Şemo û hevalên wî Morof ji newala qetlê xelas dikin,bi awayekî nepenî di şikeftekê de vedişêrin û wî dişinin cem xalê Şemo,Memo.Memo jî lawê wî tune ye û Morof weke lawê xwe dibine.Dema ji Memo dipirsin,Memo dibêje ku Morof biraziyê min e,dê û bavê wî miriye û ji ber vê yekê li ba min dimîne.Morof tim bi Memo re diçe ber bez û rojekê Axê gund Selîm Beg, dema Morof li bilûrê dixwe delala dibêje lê rast tê û Morof dike dengbêjê diwana xwe.Qîza Selîm Beg jî Gulîzarê evîndarê Morof dibe.Taliyê Morof bi qîza Memo Nûrê re dizewice.

Morof di dîwanê de radibe û rûdine û bi Selîm Beg re gelek warên axa û began digere.Rojekê bi temiya Memo dema bi Selîm Beg re diçe gundeki cem axayekî, li wê dere fersendekê dibine zilamekê bi navê Zindî re hevdîtinekê pêk tîne.Zîndê qala şoreşa karkerên Rusyayê dike û di derheqê şoreşê gelek tiştan dibêje.Morof tiştê hîn dibe gelek belengazan şiyar dike û dixwaze gundiyên xwe ji zilma Selîm Beg birevîne û tevî şoreşa rusyayê bibe.Taliyê gundiyên belengaz bawer dikin ku li hember xwînmijan rabin û şoreşa karkeran pêk bîne.Dawiya dawiyê kesîb û rencber bi planekê ji ber Selîm Beg direvin û diçin welatê şoreşê.

Bu yazı toplam 1999 defa okundu.
Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.