Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Ana sayfaya Dön // Kültür-Sanat
Mêvanî
09 Nisan 2015 Perşembe Saat 18:02
Mehmet Selim Zencirci nivîsand.Çîrokek balkêş ji çanda me.MÊVANÎ.


Mêvanî



 



Heso û Îso birakê hevbûn. Heso ji hevalê xwe Îso hezdikir û
çend roja carê bangî dikir û li mala xwe dikir mêvan. Îso jî dixwest hevalê xwe
carê li mala xwe bike mêvan.



Îso got: “Birê min tu jî carê were mala min, mêvanê min be.”



Heso got: “Ez ê werim li mala te bibim mêvan lêbelê şertê
min heye.”



Îso got: “Şertê te çiye?”



Heso got: “Ez werim mala te, gerek tu dujminê min nîne
himberî min.”



Îso got: “Ez ê çere dujminê te bînim himberî te yaw!”



Heso got: “A vaye min ji te re got, tê min neke hepsê jî, tê
jahrê jî bi min xwarin nede.”



Îso got: “Tiştê tu dibê ma ez ê çere bi te bikim.”



Heso got: “A vay ez ji te re dibêjim.”



 



Heso çû mala hevalê xwe Îso bû mêvan û miseyrî wî bû. Îso
nanê xwe, şîva xwe çêkir, nan û şîvek wa xweşik anî li ber mêvanê xwe danî.
Lawê wî li wir bû bangî lawê xwe yê biçûk kir. Îso got: “Law were, were bi apê
xwe re nanî bixwe.”



 



Îso lawê xwe anî himberî Heso rûniştandin da û tev nanî
xwarin. Lawikê wî yê biçûk destê wî gend û gemar e, poz bilîçik e, ji lîcikê
piyê qazaxê wî kerme girtiye.



 



Heso ji ber xwe de got: “Welleh nîşanek çêbû.” Heso têr xwar
û xwe şûnde kir.



Îso got: “Bixwe te tiştek nexwar.”



Heso got: “Welleh min têr xwar,”



Îso got: “Xwedê bihewîne hinekî din, hema çend pariyê din
bixwe.”



Yekî Xwedê nehewîne jixwe ne misilman e, Heso du sê pariyê
din xwar.



Heso got: “Bire min me nanê xwe xwar tê destûra min bide
min, ez ê herim.”



Îso got: “Welleh birê min ez te bernadim.” Sond xwar go ez
te bernadim, rabû hevalê xwe berneda.



Sibe bû.



Heso got: “Birê min tu destûra min nade min ez herim?”



Îso got: “Ser sera ser çava birê min. Tu bû mêvanê min te
şeref da min. Birê min çahm tiştê te go min nekir.”



Heso got: “Welleh te her sê jî li min kir. Niha tu ji lawê
xwe hez dike, eceba ez lawê te hez dikim, te tev gend û gemarê lawê xwe anî
himberî min danî, dijminê min bû law te bi min re anî xwarin da. Min têr
xwaribû, yekî nanî li berbe çire nefsa xwe mahrum bike, nanî bû, nanî hatiye
ber min, min têr xwaribû, çar pariyê din te bi min xwarin da weya bû mîna jahr,
çimkî min zêdeyî xwe xwar. Te sond xwar û ez bernedam, belkî îşê min hebû,
belkî îşê mîn ecele bû, te ez bernedam te ez hepsî kirim, birakê Îso te hersê
jî li min qewimand.”

Bu yazı toplam 1849 defa okundu.
Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.
Şu An Sitede
4 Kişi Online
SİTE ANKET
DÜNÜN MANŞETLERi
SEFERLER  + Ekle 
ETKiNLiKLER  + Ekle 
ARŞİVDE ARA
ÇOK OKUNANLAR