Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Ana sayfaya Dön // Yaşam
Rojhilatê Kurdistanê alîkariya Şingal û Kobanî dike
22 Ağustos 2014 Cuma Saat 12:25
Kurdên Rojhilatê Kurdistanê ev du hefte ye alîkariyên mirovî ji bo kurdên Başûr bi taybet wan êzîdiyên ji ber êrişên DAIŞê koçber bûne kom dikin, helbet Kobanî jî jibîr nekirine.

Qamişlo (Rûdaw) – Jina kurd a êzîdî ya bi navê Temam ku ji destê çekdarên DAIŞê rizgar bûye, 5 zarok bi hev re anî dinyayê.

 

Temam, jineke êzîdî û jiyê wê 27 sal e. Dema çekdarên DAIŞê êrişî Şingalê kirin 5 zarok di zikê wê de bûn. Wê jî mîna gellek êzîdiyên din ji tirsa DAIŞê berê xwe dabû çiyê lê ferqa wê bi jinên din re ew bû ku 5 zarok di zikê wê de hebûn.

 

Temam welatiya Sûriyê ye lewma karî derbasî Sûriyê bibe. Wê jina belengaz çîroka xwe ji duktorekî Komîsariya Bilind a Penaberan a Netewên Yekbûyî (UNHCR) re tîne ziman û dibêje, em neçar man du rojan bi piyan bimeşin heta bigihîjin ser sînor…

 

Temamê behsa wê kiriye ku ew û mêrê xwe û 7 malbatên din tenê bi butlek av heta ser sînor meşiyane lê dîsa jî şansê Temamê hebûye ji ber ku tenduristiya zarokên wê baş e.

 

Duktorekî UNHCR dibêje, pêncşema borî li yek ji nexweşxaneyên bajarê Qamişlo zarokên Temamê bi silametî ji dayîk bûn û tenduristiya hemûyan jî baş e.

 

Temam bi zilamekî iraqî re zewiciye û niha li mala bavê xwe li Qamişloyê dijî. Lê Temam û mêrê xwe ji ber rewşa xwe ya nebaş nikarin baş li zarokên xwe yên sava binêrin.

 

Saziya UNCHR niha li Sûriyê alîkariya koçberên êzîdî dike lê birînên êzîdiyan pir ji wê kûrtir in ku bi vê alîkariya biçûk were dermankirin.

Bu yazı toplam 2123 defa okundu.
Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.
Şu An Sitede
8 Kişi Online
SİTE ANKET
DÜNÜN MANŞETLERi
SEFERLER  + Ekle 
ETKiNLiKLER  + Ekle 
ARŞİVDE ARA
ÇOK OKUNANLAR