Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Ana sayfaya Dön // Eğitim
Betlaneya Nîvê salê û Zarok
29 Ocak 2013 Salı Saat 16:45
Derûniya qerneyê li ser zarokan tesîreke mezin pêk tîne. Lewre zarok wateyeke mezin didin qerneyê. Ji ber vê yekê di pêvajoya qerneyê de derûniya zarokan pir hesas e.

Derûniya qerneyê  li ser zarokan tesîreke mezin pêk tîne. Lewre zarok  wateyeke mezin didin qerneyê. Ji ber vê yekê di pêvajoya qerneyê de derûniya zarokan pir hesas e. Ji bo vê qerneyên zarokan baş be  an jî ne baş be  pêwîst e ku bila welî bi helwestên xweşbînî nêzîkî zarokên xwe bibin. Bila em bizanibin ku qerneyek baş jîrtiya zarokan nişan nade. Yanî em nikarin bibêjin ku di qerneyê de notên zarok baş be zarokê di pêvajoya jiyanê de serkeftî  bibe. Perwerdehî pêvajoyeke û behremendiyên zarokan ji hev cûda ne, behremendiyên zarokan di pêvajoya perwerdehiyê de diperise.

Qerneyê de notên zarok baş be an jî ne baş be divê em giringiyê bidin qerneyê û qerneyê binirxînin. Heke  qerneya zarok baş be pêwîst e ku em zarok xelat bikin û zarok pîroz bikin.Dema em zarok xelat dikin bila xelat tiştekî ne mezin be an jî ne biçûk be.Bila xelat goreyî derûniya zarokan be.Heke xelat tiştekî pir mezin be ,zarok wê xebatên xwe yên din ne ji bo serkefinê wê ji bo xelatan bixebite.Ev jî ji bo pêvajoya perwerdehiyê xetereyeke mezin e.Heke qerneya zarok ne baş be an jî notên zarok qels be divê ewilî em ê notên  baş binirxînin û zarok pîroz û xelat bikin, dûv re em ê li ser notên qels bisekinin.Em ê teqez zarokên xwe tawanbar nekin,bi hevalên wan re qiyas nekin û em ê zarokên xwe ceza nedinê.Bila em bizanibin ku sedema notên qels ne bi tenê zarok e.Heke notên zarok qels be pêwîst e ku him welî him xwendingeh him jî mamoste were nirxandin.Bila em bizanibin ku sedema notên qels gelek faktor in.

Ji ber vê yekê qerneya zarok çawa dibe bila bibe ,bila hezkirina me kêm nebe.Zarok dema hinek notên wan qels bin gelekî tirsê dijîn û dikevên nakokiyan.Zarok di bin hişê xwe de gelo wê helwestên malbata min çawa be difikirin? Ji ber vê yekê pêwîste em di vê pêvajoyê de girîngiyê bidin fikr û ramanên zarokên xwe û  ji zarokên xwe re rêzdar bin.Heke notên qels hebin em dikarin sedema notên qels bi zarokên xwe re bi helwestên xweşbinî nîqaş bikin û binirxînin.Ji bo notên qels jî em dikarin programeke sivik amade bikin û  zarokên xwe bixebitînin.

Betlana Somestrê de bila hemû zarok him bigerin him bilîzîn him bixwînin him jî li ser kêmasiyên xwe bisekinin.Betlane ne hemû ger e û ne jî ji dersa dûrketin e.Ji bo zarokên we bila betlanek berhemdar derbas bike pêwîst e ku hûn ji zarokên xwe re programekê çê bikin.Yanî bila betlana zarok  bi rê kû pêk be.Bila him di programa zarok de şahî, ger,çûyina şano û sînemayê   û bila dûbareya dersan û xwendina pirtûkan jî hebe..

nuçevan.com mehmet ali basık nıvisand
Bu yazı toplam 3131 defa okundu.
Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.
Şu An Sitede
7 Kişi Online
SİTE ANKET
DÜNÜN MANŞETLERi
SEFERLER  + Ekle 
ETKiNLiKLER  + Ekle 
ARŞİVDE ARA
ÇOK OKUNANLAR