Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Ana sayfaya Dön // Eğitim
Di dinyayê de destpêka Edebîyata Zarokan -1
18 Kasım 2012 Pazar Saat 21:32
Perwerde bingeha wêjaya zarokan e.Wêjeya zarokan goreyî teorîyekê him li Ewrûpa him jî li dinyayê bi destpêka lîstikê dest pê dike.

Zarok wek kils an kirêca ku mirov pê peyker çêbike malzemeyeke sade ,teze û ne bikêrhati ye. Mirov çawa form bibe wê wiha formê xwe digre. Belê zarok formeke bingeha malbat û civata dahûtî ne.

 Perwerde bingeha wêjaya zarokan e.Wêjeya zarokan goreyî teorîyekê him li Ewrûpa him jî li dinyayê bi destpêka lîstikê dest pê dike. Heke destpêka edebiyata zaroka bi lîstikê dest pê bike her çar perçeyên welatê me ji hela lîstikan ve dewlemend e. Dema zarokên kur dileyizin, yek dibe qiral, yan siltan ango serokdewlet, hin jî wan dibin wezîr û kizîr, hinek dibin leşkerên çekdarên dewletê, hin jî dibin mehkûmê dewletê û dest bi şer û lêdanan dikin.
Lîstikên rojhilatê welêt(îran):Hola qala, topşheq, veşartok, cilindar, kabanê, hestîyê shevê, birranî/birxelas, malkomalko, gagozelpender, cancano, tûzilfeqa, tahtopelo,ş ivan û pez, lîstika xaran, pîp kamişlo..Hola Serî weke futbolê ye, lê bi çoyan tê lîstin, lîstikeke pir kevn e.

Lîstikên rojavayê welêt(Surî): Hîviotîk, Çavqurçonek, çîre, Hêkule, Lîçe, Senem, Malko, Tatiljê, Babûrtan.
Lîstikên Bakurên Welêt(Tirkîye): Delok, Kab, çavgirtînk, Buka baranê…(Pirtûka MÎRATÊ ya Zeynel Abidin Zinar li ser Leyîstikên Kurdî Yên Zarokan hatiye nivîsandin).

Ev lîstik mînak in. Jixwe çanda me ji bo lîstikên zaroka pir dewlemend e. Zarok di lîstikan destran, helbest, lorîk, govend, lîstik, kurteçîrok, çîrok, metelok, tiştanok, mamik, lêhatinok, pêkanokan bi hev re parve dikin. 
Çavkanîyên me jê sûd wergirtin:Perwîz Cîhanî,Nûbihar jimar 116 maqaleya Zeynel Abidin Zinar, Web.comhem

                      mehmet ali basık nıvisi nuçevan.com
Bu yazı toplam 3880 defa okundu.
Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.
Şu An Sitede
4 Kişi Online
SİTE ANKET
DÜNÜN MANŞETLERi
SEFERLER  + Ekle 
ETKiNLiKLER  + Ekle 
ARŞİVDE ARA
ÇOK OKUNANLAR