Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Ana sayfaya Dön // Eğitim
Zarok û Motîvasyon
11 Ekim 2012 Perşembe Saat 18:20
i bo zarok bila xweş motive bibin; ewilî emê goreyî qepesîteya zarokan armanc û mebestekê têkin ber wan. Ji ber ku armancek hebe, zarokê jî ji bo bigihêje armanca xwe wê bixebite.

Ji bo zarokan bingeha serkeftinê motivasyon e. Ji ber ku zarokên tim tên motîvekirin li gor zarokên din serkeftîtirin. Ji bo zarokan av, nan û şîr çiqas girîng be motivasyon jî ew qas girîng e. Motîvasyon ji bo zarokan pêdivîyeke serkerftênê ye. Ji bo em zarokên xwe xweş motive bikin tiştê ewilî pêwîste ku em qepesîteya zarokên xwe bipejirînin. Ji ber ku kesên xwedî zarok, zarokên xwe tim jîr û jêhatî dibînin û zarokên xwe ji qepesîteya wan bilintir dibînin. Ji bo ku zarokên me him li dibistanê him jî di jiyanê de bila serkeftî bibin ewilî em ê zarokên xwe nas bikin û goreyî vê naskirinê em ê zarokên xwe motive bikin.
    Ji bo zarok bila xweş motive bibin; ewilî emê goreyî qepesîteya zarokan armanc û mebestekê têkin ber wan. Ji ber ku armancek hebe, zarokê jî ji bo bigihêje armanca xwe wê bixebite. Ji ber vê yekê di vê pêvajoya perwerdehîyê de pêwîste ku em zarokên ji nêz ve bişopînin û piştgirîyê bidinê.
    Malbat bi perwerdehîyê re çiqas têkildar bibe wê zarokê jî ew qas motîveyî dersan bibe. Ji bo vê ji lazime ku malbat van peywiran bîne cîh.
Pêvajoya perwerdehîyê tim zarokên xwe re biaxivin û bi zarokên xwe re him li ser serkeftinên wan him jî li ser kêmasîyên wan bisekinin.Bila zarokên we ji hela perwerdehîyê wêrek bin û bila zarok pirsgirêkên xwe bêtirs îfade bikin.
2)Ji bo pirsgirêkên dibistanê bila xwesteka we zêde be .Ji ber ku  xwesteka we wê bandorek erênî li ser derûnîya zarokan pêk bîne.
3)Bi zarokên xwe re pirtûkan bixwînên an jî bi wan re ders bixebitin ku bila motivasyona wan zêde bibe.
4)Ji bo xebatên zarokên xwe planan çêkin û bila di planan de ji raketinê heta pirtûk xwendinê her tişt dîyar be.
5)Pirsgirêkên dinyayê bi zarokên xwe re parwe bikin.Ji ber ku xebera zarok ji dinyayê hebe him wê asoya wê/wî fireh bibe û wê girîngiya armanca xwe binirxîne. 
6) Tiştê herî girîng bila zarok bizanibin çima diçin dibistanê ,çima dixebitin. An jî anha bixebitin/nexebitin wê pêşerojek çawa ava bikin bila bizanibin.
7)Di her mijarê de girîngiyê bidin fikre wan û wan bi sebr tim guhdarî bikin. Ji bilî van madeyana bi mamoste û bi dibistanê re tikevên hevkarîyê.
    Motîvasyon ji bo zarokan ew qas girîng e ku bandorek ciyawaz li ser derûnîya zarokan pêk tîne. Motîvasyan du cure ne. Motîvasyona ji hundir tê û motivasyona bi ji derve tê. Di vira motivasyona ji hundirê zarokan tê pir girîng e. Ji ber ku motîvasyon ji hundir tê bingeha serkeftinê ye. Zarok heke ji dil bixebitin êdî tu kes nikare wan bigre.
    Tiştekî din jî girîng ji bo zarokan teqez di bin hişên xwe de tiştên neyînî (teral, bêhiş) nefikirin. Ji ber ku zarok tiştên hûn difikirin  bi lez hîs dikin û ev hîs jî bandoreke neyînî li ser motivasyona wan pêk tîne. Ji ber vê yekê di derheqê zarokên xwe de tiştên xweş bifikirin ku bila zarok xweş motive bibin.ÇAVKANİ:MEHMET ALİ BASIK NIVİSAND..
Bu yazı toplam 2962 defa okundu.
Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.
Şu An Sitede
8 Kişi Online
SİTE ANKET
DÜNÜN MANŞETLERi
SEFERLER  + Ekle 
ETKiNLiKLER  + Ekle 
ARŞİVDE ARA
ÇOK OKUNANLAR